Li Sêrtê ciwanek ji çiya ket û canê xwe ji dest da

Li navçeya Berwariyê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ve, zilamek ji çiya ket û canê xwe ji dest da.

28.10.2022, Cum - 06:25

Li Sêrtê ciwanek ji çiya ket û canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, li gundê Kiverûkê yê navçeya Berwariyê, welatiyek bi navê Emre Zorciyê 27 salî ji bo komkirina êzingan diçe çiya û li wê derê dikeve.

Piştî ku malbata Emre Zorcî nikarin peywendiyê pê re bikin û ti agahiyan li ser wî bi dest naxin, aliyên peywendîdar ên hikumî agahdar dikin.

Li ser agahdarkirinê, hêzên cendirme, tîmên tendirustiyê, tîmên AFADê û tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Piştî lêgerîna li herêmê termê Emre Zorcî hat dîtin.

Termê Zorcî bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatiye veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:40:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x