Li Sêrtê qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina çadiran hatin qedexekirin.

14.03.2023, Sal - 14:37

Li Sêrtê qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin
Nuçe Belav bike

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Sêrtê ragihand ku li parêzgehê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hatiye dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê ji 16ê Adara 2023an û şûnde bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawanan, çalakiyên terorî, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Herwiha hatiye îdakirin ku dê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) van rojana çalakiyan li navçeyê pêkbîne û ji ber wê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:24:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x