Li Sêrtê şerê çekdarî: Kesek mir, kesek jî birîndar e

Li gundê Erbînê yê Sêrta Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de nîqaşa ku ji ber sedemeke nediyar derket, di demeke kurt de veguherî şerê çekdarî.

29.05.2023, Pts - 13:36

Li Sêrtê şerê çekdarî: Kesek mir, kesek jî birîndar e
Nuçe Belav bike

Di şerê navbera 2 grûpan de Mehmet Çelîk ê 26 salî û T.Y ji ber guleyên ku li gelek cihên laşê wan ketin birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê û yên ewlehiyê piştî agahdarkirinê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar piştî dermankirina li cihê bûyerê ji aliyê tîmên tenduristiyê rakirin ve ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatin birin.

Mehmet Çelîk ê ku birînên wî giran bûn, tevî hemû mudaxeleya pizîşkan jî canê xwe ji dest da.

Cenazeya Mehmet Çelîk ji bo otopsiyê birin morgê.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo girtina tawanbarên ku reviyan e dest bi lêgerînê hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:20:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x