Parêzgariya Şirnexê biryara qedexeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, 15 rojan qedexe ye ku xelk here çiyayên Gabar, Cûdî, Zêrînê û Dolê yên Şirnex û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban û Elkê.
Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku qedexe sibe (15ê Gulanê) dest pê dike û dê heta 8ê Hezîranê berdewam bike.
Parêzgariya Şirnexê îdia kir ku qedexe bi armanca “parastina ewlehiyê neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.
Parêzgariyê hişyarî da xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin wan herêmên qedexekirî.
Li hêla din, Parêzgariya Şirnexê berê jî ew herêm qedexe kiribûn û wê qedexeyê jî 15 rojan ajotibû.