Li Wanê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li parêzgeha Wanê hemû çalakiyên wekî meş, civîn û xwepêşandanan 3 rojan qedexe ne.

15.02.2024, Per - 07:31

Li Wanê qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Wanê ji bilî çalakiyên bi destûra parêzgarî û qaymeqamiyê ne, hemû çalakî ji 14ê Sibatê heta 16ê Sibatê hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku ew qedexe li gorî yasaya meş û xwepêşandanan bi armanca “rêgirtina li ber êrişan”, “parastina can û malê xelkê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî bi heman hincetan qedexe tên ragihandin.

Beriya çend rojan li parêzgehên Amed, Wan, Êlih û Bedlîsê jî bi heman hincetê qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x