Mamosteyê Kurd piştgirî da dersa Kurdî, ceza lê hat birîn

Mamoste Hudaî Morsumbul ji ber piştgiriya kampayaya dersa bijarte ya Kurdî bi "birîna nîvmûçeyê" hat cezakirin.

25.09.2023, Pts - 06:54

Mamosteyê Kurd piştgirî da dersa Kurdî, ceza lê hat birîn
Nuçe Belav bike

Mamostayê Kurd Hudayî Morsombol, ji ber ku pêşengiya dersa Kurdî dikir li navçeya Akdenîzê ya Mersînê rastî astengiyan hat.

Hudaî Morsumbul mamosteyê zimanê Tirkî ye û xelkê parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Hudaî Morsumbul ji ber ku piştgirî dida kampayaya dersa bijarte ya Kurdî, 2 doz lê hatibûn vekirin û bi vê hincetê jî hatibû sirgûnkirin.

Bi propandaya PKKyê hat tohmetbarkirin

Bi hinceta “sempatîzanî û propagandaya PKKyê” derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 3 sal berê li dadgehê doz hatibû tomarkirin.

Li dadgehê dihat xwestin ku Hudaî Morsumbul ji erka xwe bê dûrxistin lê 15ê Hezîrana 2023yan ew biryar ji aliyê dadgehê ve hat hilweşandin.

Parêzgariya Mêrsînê biryar da

Piştre jî parêzgariya Mêrsînê biryar da ku Morsmubul bi cezayê birîna nîvmûçe bê cezakirin.

Hudaî Morsumbul derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

“Siyasetmedarên HUDA PAR û AK Partiyê piştgirî da mamosteyê Kurd”

Morsumbul da zanîn ku lêpirsîna ji ber kampanyaya Kurdî li ser wî hatiye destpêkirin bi "cezayê birîna nîvmûçeyê" bi encam bûye û got:

“Doz li ser avêtina min a ji kar bû lê ev yek sê meh berê hat hilweşandin. Niha ew lêpirsîn tenê bi cezayê birîna nîvmûçeyê gihişt encamê.

Ev biryar ji bo xebata me gelekî girîng e.”

Morsumbul herwiha ragihand ku beşek ji siyasetmedarên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û AK Partiyê di proseya dadgehê de piştgirî daye wî û vê yekê jî bandor li biryara dadgehê kiriye û got:

“Ez bi rêya we spasiya wan dikim. Ev doz hatin hilweşandin. Piştevaniya siyasî di vî warî de pir girîng bû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x