Şaredarê navçeya Artuklu ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, li ser twîtterê destjikarberdana xwe aşkere kiriye.
Abdulkadir Tutaşi ragihandiye ku wî ji ber sedemên tendirustiyê dest ji kar berdaye.
Di peyama xwe de Abdulkadir Tutaşi dibêje: “Hembajariyên min ên xoşewîst, ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustî, min dest ji Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê berda (efuya xwe xwest). Bila bê zanîn ku, ez ê ji vir û pê de di jiyana xwe ya siyasî de wek neferekî partiya xwe berdewam bim. Bo we hemûyan rêz, slav û xoşewîstiya xwe pêşkêş dikim.”
Navçeya Artuklu ser bi parêzgeha Mêrdînê ve ye û zêdetirî 186 hezar kes nifûsa wê ye.