Mustafa Ozçelîk: Em hêvî dikin ku di hilbijartinê de hişmendîya neteweyî, niştimanî biserkeve

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Em hêvî dikin ku di hilbijartinê de hişmendîya neteweyî, niştimanî biserkeve

30.09.2024, Pts - 14:25 [ Güncellenme: 30.09.2024, Pts - 14:29 ]

Mustafa Ozçelîk: Em hêvî dikin ku di hilbijartinê de hişmendîya neteweyî, niştimanî biserkeve
Nuçe Belav bike

Di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên ku dê di 20ê Cotmeha 2024ê de li dar bikevin de, ez dikarim bi kurtayî van tiştan bêjim:

--Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di demeke gelekî hesas de li dar dikeve ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê rû bi rûyî gelek êş û pirsgirêkên navxweyî ne; Bexda û xêrnexwazên Kurdistanê bi ablûka û dorpêçeke pir alî, dixwazin destkeftîyên federe yên Herêma Federe ya Kurdistanê lawaz bikin.

--Herweha hilbijartin di pêvajoyeke weha de pêk tê ku di eslê xwe de gelek firsendên dîrokî li ber derîyê gelê me ne. Heger li Başûrê Kurdistanê, bi aqlekî neteweyî, niştimanî, tifaqeke stratejîk pêk were, gelê me dê bikaribe van firsendan wergerîne şansê û destkeftinên mezintir bidest bixe. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê çawa ku bi Bereya Kurdistanî û bi tifaqa stratejîk, di sala 1991ê û di sala 2003yê de beşeke Başûrê Kurdistanê rizgar kir û destkeftinên federe bidest xist; îro jî bi tifaqeke nû ya navxweyî dikare destkeftinên heyî biparêze, destkeftinên mezintir bidest bixe.

--Em hêvî dikin ku hilbijartin di atmosfereke demokratîk û bi awayekî şefaf pêk bê

--Em hêvî dikin ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi rêjeyeke baş beşdarî hilbijartinê bibin, li îradeya xwe xwedî derkevin, di tesbît kirina dahatûya xwe de bibin hêza tayînker.

--Em hêvî dikin ku Parlamentoya Kurdistanê ya nû jî li gorî îradeya gelê me pêk were.

--Em hêvî dikin ku hemû partîyên sîyasî rêzê li îradeya gelê me û encamên hilbijartinê bigrin û rêzê li desthilatî, otorîte û biryarên Parlamento, Hikûmet û Serokatîya nû ya Herêma Kurdistanê ya ku di vê hilbijartinê de dê werin hilbijartin, wazîfedar kirin bigrin.

--Em hêvî dikin ku di hilbijartinê de hişmendîya neteweyî, niştimanî biserkeve da ku gelê me bikaribe destkeftinên heyî biparêze û destkeftinên nû bidest bixe.

-Em hêvî dikin ku Parlamento, Hikûmet û Serokatîya nû ya Herêma Kurdistanê ya ku di vê hilbijartinê de dê werin hilbijartin, wazîfedar kirin; dê ji bîr nekin ku Herêma Kurdistanê ne bes ji bo kurdên Başûrê Kurdistanê, herweha ji bo hemû kurdên cîhanê stargeheke, cîhê hêvîyê ye.

--Em hêvî dikin ku, Parlamento, Hikûmet û Serokatîya nû ya Herêma Kurdistanê ya ku di vê hilbijartinê de dê werin hilbijartin, wazîfedar kirin; bi tifaqa neteweyî ya hemû partîyan, li destkeftinên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, dezgehên dewletê bikin yek, dezgehên nû ava bikin, edaleta civakî xurtir bikin, li mafên hemû pêkhateyên etnîkî, netewî, dînî, mezhebî û civatî xwedî derkevin, pirsgirêkên aborî û yên jîyanî çareser bikin; di Kurdistaneke azad de, azadîyê, demokrasîyê bihûnin.

--Em hêvî dikin ku, hemû partîyên Kurdistanê ji bo bicîh anîna madeya 140î, ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê yek helwest bin, tifaqa xwe pêk bînin.

--Em hêvî dikin ku, hemû partîyên Kurdistanê, Parlamento, Hikûmet û Serokatîya nû ya Herêma Kurdistanê, bi tifaqa neteweyî, li cîhanê dostên kurdan zêde, dijminên kurdan kêm bikin.

--Em hêvî dikin ku, Parlamento, Hikûmet û Serokatîya nû ya Herêma Kurdistanê ya ku di vê hilbijartinê de dê werin hilbijartin, wazîfedar kirin; civata Başûrê Kurdistanê bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî perwerde bikin da ku li bedelên ku gelê Kurdistanê heta nuha dane, li destkeftîyên federe yên heyî xwedî derkevin, pêşde bibin û perçeyên din ên Kurdistanê paşguh nekin, wek xuşk û birayên xwe bizanibin.

-- Em hêvî dikin ku, Parlamento, Hikûmet û Serokatîya nû ya Herêma Kurdistanê ya ku di vê hilbijartinê de dê werin hilbijartin, wazîfedar kirin; dahatûya Kurdistanê, teslîmî nivşekî nû bikin ku hevdem, bi zanistîyê, bi kultura pêkvejîyanê û hevrêzîyê, bi têgeha ava kirina welatekî xurt, dewlemend, pêşketî ve hatîye gîhandin.

Li gel rêz û silavên xwe.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

.....................................................

Rojnameya Evro ya ku li Başûrê Kurdistanê tê weşandin, di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên ku dê di 20ê Cotmeha 2024ê de li dar bikevin de, fikrên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk pirsî.

Ev jî bersîva Mustafa Ozçelîk ya ji bo Rojnameya Evroyê ye:

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x