Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:‘’Heger kurd û tirk bira ne, bila her tiştên birayan wek hev bin, çi ji bo tirkan hebin, bila ji bo kurdan jî hebin’’
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî roja 31.10.2024ê di Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê ya ku li Hewlêrê hat lidarxistin de got: ‘’Em hêvîdarin ti kes astengiyan li pêş destpêşxeriya proseya aştiyê li Tirkiyeyê dernexe’’.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, roja 31.10.2024ê, di bernameya zindî ya Kurdistan24 TVyê de, piştgirî da gotinên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên ji bo çareserîyeke aştîyane û got ‘’Ev gotinên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî gelekî girîng in. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî berê jî, ji bo ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê pirsa kurd, pirsa Kurdistanê bi rêyên aştîyane, bi dîyalogê bê çareser kirin, bang kirîye, helwest danîye. Herweha di pêvajoya 2013-2015an de jî, roleke cenabê wî ya girîng heye’’.
Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de got ‘’Divê gavên ku rêya dîyalogeke ku çareserîyeke sîyasî, demokratîk, sivîl , aştîyane veke bêne avêtin. Û divê Dewleta Tirkîyeyê dev ji vê aqilîyeta xwe ya heta nuha berde, dive hemû alîyên sîyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên 25-30 milyon kurd û Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê mixetab bigre. Ev dikare rêya çareserîyê veke.’’.
Mustafa Ozçelîk got ‘’Dewleta Tirkîyeyê divê bibîne ku miletê Kurd jî doza wî jî, 100 sale bi sîyaseta înkar û tune kirinê ji hole ranebûye, ranabe jî. Dewleta Tirkîyeyê ji alîyekî ve bangî Ocalanî dike; lê ji alîyê din jî Şaredarê Esenyûrtê rêzdar Ahmet Ozer digre û qeyûm tayînî ser wê beledîyeyê dike. Ahmet Ozer, ji ber ku kurd bû rû bi rûyî vê êrîşê û neheqîyê bûye. Bahçelî jî Erdogan jî ne ku pirsa Kurdistanê, pirsa kurd jî qebûl nakin’’.
Erdogan, Bahçelî û Cîhgirê Serokê Giştî yê MHPyê, di axaftinên xwe yên bi minasebeta 101 salîya Cimhûrîyeta Tirkîyeyê de gotibûn,’’Rewş gelekî aloze, şêlû,ye, em nizanin wê çi xeterî derkevin ber me. Ji ber wê jî di navxweyî û derekî de divê em li gorî wê tevbigerin’’. Mustafa Ozçelîk bal kişand ser van gotinên Erdogan û Bahçelî û got ‘’Dîyar e ku Dewleta Tirkîyeyê piştî rûdanên vê dawîyê yên li Rojhilata Navîn, xwe zêdetir di xeterîyê dibîne û hin plan3en xwe hene’’.
Mustafa Ozçelîk di derbarê gotinên Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî yên ku dibêjin ‘’Kurd û Tirk bira ne, Dewleta Cimhûrîyeta Tirkîyeyê ye tirkan û kurdan e’’ de got ‘’Madem kî kurd û tirk bira ne, fermo bila her tiştê herdu birayan wek hev bin. Çi ji bo tirkan hebin, bila ji bo kurdan jî hebin. Werin em ji bo wê gavê bavêjin’’.
Mustafa Ozçelîk di dawîya axaftina xwe de got ‘’Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû operasyonên xwe yên leşkerî yên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rawestîne. Divê PKK jî hemû çalakîyên xwe yên çekdarî yên li Bakur û Başûr rawestîne. Destpêk û garantîya yekem ya ku kurd mafên xwe bidest bixin, hevkarî û tifaqa di navbera potansîyela herî berfireh a Kurd û Kurdistanîyan e. Heger îro em wek destpêk, li ser daxwazên xwe yên acîl yek bin, emê bikaribin rêya çareserîyeke rasteqîn vekin’’.