PAK: Em desteserkirina Cemil Taşkesen ê ku gotibu ‘vê derê Kurdistanê’ şermezar dikin

Seroka Gişt’i ya İyi Parti’yi Meral Akşener roja 28.10.2021ê li Misirc(Kurtalan)a navçeya Sêrtê seredana esnafan kir.

29.10.2021, Cum - 13:58

PAK: Em desteserkirina Cemil Taşkesen ê ku gotibu ‘vê derê Kurdistanê’ şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Di dema vê seredanê de esnafekî ku bi navê Cemil Taşkesen ji Meral Akşenerê re weha got ‘’Zimanê me , nasnameya me ya Kurdî tê înkar kirin. Vê derê Kurdistanê ne. Li Meclîsa Tirkîyeyê Kurdistan tê înkar kirin’’.

Ji ber van gotinên Cemîl Taşkesen Serdozgerîya Cimhûrîyetêya Kurtalanê bi îthama ku ’‘propagandaya rêxistina terorê kirîye’’ di heqê Cemîl Taşkesen de lêpirsîn destpê kirîye û Cemîl Taşkesen ji alîyê polîsan ve hatîye desteser kirin.

Tu eleqeya wan gotinên Cemîl Taşkesen bi ‘’propagandaya terorê’’ ve tuneye.

Cemil Taşkesen rastîya nasnameya Kurdî, zimanê kurdî û rastîya Kurdistanê anîye ziman. Ev di çerçoweya azadîya ramanî de mafekî meşrû ye.

Em desteserkirina Cemîl Taşkesen şermezar dikin û em dibejin divê demildest Cemîl Taşkesen serbest bê berdan.

Em bangî hemû partîyên sîyasî, Baroyan, dezgehên sivîl , parastvanên azadîya ramanî û bangî hemû gelê xwe dikin da ku li Cemîl Taşkesen xwedî derkevin.

29.10.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 603 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:50:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x