Partiyên Kurd li Amedê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar kirin.
Partiyên Kurd OSP, DBP, HDP, HAREKETA AZADÎ, KCD li Amedê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên Tirkiyeyê yên li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û bang li xelkê Kurd kirin ku bi li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin.
Daxuyaniya partiyên Kurd wiha ye:
Dewleta Tirk bi salan e li Tirkiyeyê, niha jî li ser sê parçeyên Kurdistanê li hemberî Kurdan şerekî dijwar û bêpergal dimeşîne. Hedefa vî şerî pêşî lêgirtina azadî, rizgarî ,serxwebûn û xwe bi rêvebirina Kurdan a li Kurdistanê ye. Divê bê zanîn ku ev êrîşa Dewleta Tirk a li ser Efrînê jî perçeyekî vê siyaseta tunekirina Kurdan e.
Gelê Kurd gelekî otokton (niştecihiyên herî kewn) yê li ser axa xwe ye. Li ser axa xwe jî wek miletên din desthilatdarî mafê wî yê dîrokî,civakî û sîyasî ye. Xwedîlêderketina vî mafî di serî de peywira gelê Kurd bi xwe û ya cîhana demokratik e.
Em weke partî, sazî û rêxistinên Ķurdistanî van êrîşan red dikin û dizanin ku ev êrîş tenê ne li hemberî Efrîn, an jî hin Kurdan e, li hemberî tevahiya Kurdan e. Di vî şerî de sivil û zarok tên qetilkirin û axa me tê wêrankirin. Em ê bi tevahiya derfetên xwe li dijî van êrîşên ku li ser maf û azadiyên gelê me pêk tên, rawestin û têbikoşin.
Em bang li hikûmeta AKPê dikin ku li vî welatî bi şer û pevçûnan û tunehesibandina Kurdan heta niha ti pirsgirêk nehatine çareserkirin. Bi israrkirina van polîtikayan jî xuyaye ku pirsgirêkên herêmê nehatine çareserkirin û nayên çareserkirin jî. Divê dewleta Tirk bi gelê Kurd û rayedarên gel û civakên li herêmê dijîn re bi rêyên diyalog û aştiyê pirsgirêkan çareser bike. Ku wisa nebe, nakokiyên di nav civakê de , dê roj bi roj kurtir û mezintir bibin. Kesên ku qala aştî û aramiyê dikin, divê li rê û rêbazên aştî û aramiyê jî bigerin, ne ku rêbazên şer û pevçûnan.
Desthilatdariya AKPê vê êrîşa li ser Efrînê wek operasyoneke aştiyê bi nav dike û dixwaze raya giştî ya xwe û ya navneteweyî bixapîne. Her kes jî dizane ku di eslê xwe de ne wisa ye. Ev şerekî li hemberî destkeftiyên gelê Kurd e û dixwaze ku Kurd li herêmê nebin xwedî statuyekê.
Di şerê li dijî DAİŞê de lehengiya şervanên Kurdistanê li seranserê cihanê, bi taybetî jî ji aliyê civat û dewletên Rojavayi ve hate pesinandin. Lê, dema hêzên Kurdistanî tûşî êrîşên dagirkerane dibin, heman dewlet û civat bê deng dimînin. Ev helwest, ne helwesteke wijdanî, însanî û demoratîk e. Çawa maf û berjewendiyên hemû gelan heye, li ser axa xwe maf û berjewendiyên xwezayî û rewa yên gelê Kurd jî hene ku xwe û axa xwe biparêz in.
Li ser vê esasê em bang li tevahiya civat, sazi, dewlet û kesên xwedî wîjdan dikin ku van êrîş û polîtîkayên hikûmeta AKPê, ên dagirkeriyê rawestînin.
Em li her çar parçeyan da banga gele Kurdistanê dikin, çalekiyen demokratik pek binin.