Pentagon: YPG mîkanîzma ewlehiyê ya Amerîkî – Tirkî bicih dike

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, vekişîna hêzên YPGê ji ser sînorê bi Tirkiyê re nîşana piştevaniya wê ji rêkeftina herêma ewle re ye.

28.08.2019, Çar - 13:57

Pentagon: YPG mîkanîzma ewlehiyê ya Amerîkî – Tirkî bicih dike
Nuçe Belav bike

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson ji ajansa “Reuters” re ragihand, gava YPGê ya vekişandina hêzên xwe ji ser sînorê bi Tirkiyê re nîşana wê yekê ye, YPG piştevaniya bicihkirina mîkanîzma ewlehiyê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de dike.

Sean Robertson da zanîn, ew rêkeftin dê aramiya li bakurê rojhilatê Sûriyê heye biparêze, ta careke din DAIŞ venegere, herwiha dê nebe jî asteng li pêş karê wan û hevpeymanan ji bo jinavbirina DAIŞê.

Di çarçova rêkeftina herêma ewle de, şervanên YPG û HSDê bi çekên xwe ji navçeyên sînorî yên Serê Kaniyê û Girê Sipî vekişayane û xalên xwe yên leşkerî yên sînorî jî dê radestî hêzên xwecihî bibin.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji ajansê “Reuters” re ragihand, vekişîna YPG ji ser sînor dê ji 5 ta 14 K.M be û dê tenê ji baregehên leşkerî û deverên gundewarî vekişe, ne bajar û bajarokan.

Balî got jî, hêzên Tirkî û hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka dê çavdêriya navçeya sînorî ji nava xaka Tirkiyê ve bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir, rêkeftin ew e, mîkanîzmeke ewlehiyê bê avakirin, ne herêmeke ewle. Ev yek jî dê bihaneyên Tirkiyê yên girêdayî bi gefên li ser ewlehiya wê ya netewî sar bike.

Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn ji wan jî Navnedeke Operasyonên Hevbeş bo hevahengî û avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê pêk bînin.

Washington kûrahiyê wê herêmê ji 5 ta 14 K.M dibîne, lê Tirkiye rijd e ku di navbera 30 – 40 K.M de be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 800 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x