PSK: Di destê me de ye em Newroza îsal bikin bihara azadiyê

PSKyê bi boneya Newrozê peyamek belav kir û tê de ragihand ku “Di destê me de ye ku em Newroza îsal bikin bihara azadiyê, despêkek û vejîneke nû.”

20.03.2024, Çar - 12:04

PSK: Di destê me de ye em Newroza îsal bikin bihara azadiyê
Nuçe Belav bike

PSKyê bi dirûşma “Em bi geşkirina agirê Newrozê pêla têkoşînê bilind bikin” peyamek belav kir.

PSKyê di peyama xwe de diyar kir ku Newroz ev 3 hezar sal in di bin merc û şertên dijwar de tê pîrozkirin.

PSKyê amaje bi wê yekê kir ku Newroz bûye milk û nirxekî neteweyî yê Kurdan û got:

“Newroz ji bûye tirs û xof ketîye dil û cergê dijminan.

Miletê Kurd ji hemû deman zêdetir hişyar bûye û miletê Kurd li seranserê welat ji bo azadiyê bi wêrekî li ser pêyan e.”

PSKyê herwiha got, “Mafê me ye ku em li welatê xwe Kurdistanê bi awayekî birûmet û azad bijîn.”

“Newroz bûye milk û nirxekî neteweyî”

Peyama PSKyê ya Newrozê wiha ye:

“Newroz hêvî ye, azadî ye, berxwedan e, serkeftin e. Îro bûye milk û nirxekî neteweyî.

Newroz ji bo gelê Kurd herwiha cejna neteweyî ye û bûye tirs û xof ketiye dil û cergê dijminan.

Ji bo wê ye qedexe û astengan derdixin pêş pîrozkirina cejna me ya neteweyî.

Pîrozkirina cejna me ya neteweyî di heman deme de beşeke tekoşîna me ya ji bo azadiyê ye.

Ti hêzê nekariye bibe asteng ku agirê Newrozê ji dilê milyonan vemirîne.

‘Bi milyonan Kurd li qadan in û agirê Newrozê hil dikin’

Îro jî li çar aliyên welat û dinê bi milyonan Kurd li qadan in û agirê Newrozê hil dikin, govenda azadiyê digerînin, hêvî û baweriya rojên azad mezin dikin.

Gelê me yê têkoşer,

Dijminê gelê me îro jî ji çar aliyan ve êrişên xwe didomînin.

Çembera li dora me pêçandî roj bi roj teng dikin.

Bi armanca ku bawerî  û îradeya me ya azadiyê bişkînin hemî rê û rêbazan bi kar tînin.

‘Miletê Kurd ji hemû deman zêdetir hişyar bûye

Lê dijminên gelê Kurd tiştekî ji bîr dikin. Miletê Kurd ji hemû deman zêdetir hişyar bûye.

Hişmendiya neteweyî ji hemû zemanan zêdetir bilind e.

Miletê Kurd li seranserê welat ji bo azadiyê bi wêrekî li ser pêyan e.

Gelê me yê mêrxas û têkoşer,

Em miletek in ku li hemberî gelek komkujiyan li ser xwe mane, ji sedan tengaviyan derketîne, gelek caran ji mirinan ji nû ve vejiyane.

Em dê bi rûyên spî ji van rojên dijwar jî xilas bibin.

Di vê Newrozê de şert û mercên me çi qasî giran bin, îrade û hizra me ya azadiyê jî ewqasî xurt e.

‘Di destê me de em Newroza îsal bikin vejîneke nû’

Di destê me de ye ku em Newroza îsal bikin bihara azadiyê, despêkek û vejîneke nû.

Em dê bi ser bikevin.

Em dê vê sedsalê bi azadiya Kurdistanê bixemilînin.

Mafê me ye ku em li welatê xwe Kurdistanê bi awayekî birûmet û azad bijîn.

Bi têkoşînê em dê mafê xwe bi dest bixin.

Bijî Newroz! Bijî azadiya Kurdistanê!”

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:28:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x