Êrîş li ser Kurdan, li ser ziman û çanda Kurd roj bi roj zêdetir dibin. Êrîşa dawî li Sêrtê pêkhat.
Êrîş li ser Kurdan, li ser ziman û çanda Kurd roj bi roj zêdetir dibin.
Êrîşa dawî li Sêrtê pêkhat.
Qayyuma Sêrtê, ku binpê kirina vîna gelê vî bajarê ji aliyê hikumeta AK Partî ye, Pirtukxaeya Celedat Elî Bedîrxan ruxand.
Karwana Kurd, ku ji ber ku Kurdî axaftine û guhê xwe dane kilamên Kurdî ketî bûne ber êrîşa nijadperastan, dirêj bû.
Bi gor nuçeyan, xortekê Agiriyê, li Enqere ji ber guhdariya kilamê Kurdî kete ber êrîş û canê xwe ji dest da.
Karbidestên dewleta Tirk gorên serokên Kurd wekî Şêx Saîd, Halid Begê Cibrî, Seyîd Riza û Saidî Kurdî veşartin. Îro jî goristanê Kurdan dikevine ber êrîş û termên Kurdan ne li goristanê li tenîşta rê û ban têne veşartinê.
Êrîşên esmanî ya dewleta Tirk li Kurdistana Başurê berdewam in. Kurd têne kuştin, birîndar dibin. Gund kavil dibin, bax û bostan dişewitin.
Li Efrînê dersê Kurdî jî aliyê dewleta Tirk tê qedexe kirinê. Nokerên dewleta Tirk xizmeta erbabên xwe dikin. Bona guhartina demografiyayê navçeyê siyaseta Enfalê bi rêva dibin. Li ber çavê cihanê dest datinê ser mal û milkê Kurdan. Destdirêjiyê jinên Kurd dikin. Kurdan digrin, direvînin, dikujin û birîndar dikin.
Tayîn kirina qeyyuman, girtin û destbi ser kirina siyasetmedar û çalakvanên Kurd berdewam e.
Li Tirkiyê, ne tenê Kurdan, pêkhatayên din yên olî û etnîkî jî dikevin bêr êrîşa nijadperestan.
Gefa Vakfa Hrant Dink û parezerên wê tê xwarinê, nijadperestan erîş dikine ser dêran.
Berpirsê karên usa kirêt ne kesan e, berpirs sîstema dewleta Tirk e, ku li ser senteza Tirk û
Îslam hatiye ava kirinê.
Berpirs hikumeta yek partî a CHP ye, hemu hikumetan e, ku heya îro desthilatdar bûne.
Berpirsê êrîşên dawî jî hikumeta AK partî bi xwe ye, ku dixwaze ji Corana sud bigre û desthilatdariya teqakesê bi hêztir bike.
Em banga hemu kesên hestyar, saziyên sivîl, hêzên aşitîxwaz, demokrat û azadîxwaz dikin, ku denge xwe êrîşên hanê bilind bikin û bona pêşî lê girtina êrîşan destê xwe bidine hevdu.
Em banga Koma Mîletan, bîrûrayê giştî, rêxistinên mafê mirov û mirov dost dikin, ku bala xwe bidine Kurdistana Rojava û bona pêşî lê girtina Enfalê, zext li ser dewleta Tirkiyê bikin.
Banga me bo hemu ronakbîr hêz û partî û dezge, ku li Kurdistanê kar dikin, ev e, ku destê xwe bidine hev û pêşiya êrîşan bigrin.
1ê Xezîran 2020
PSK-Partiya Sosyalîst A Kurdistan