Tifaqa Cumhur, di 4ê xezîranê da li parlamentoya Tirkiyê da tezkereyek, ku ji mêj ve hatibû parlamentoyê, da xwendin û nunertiya 3 nuneran, ku 2 ji HDP yek ji CHP ne, betal bû.
Nunerên, ku nunertiya wan betal bûn, bi lez û bez hatine girtin û zindanî kirinê.
Heya niha rejîm êrîş dikir li ser vîna Kurd û bîrurayê giştî jî qasê pêwîst bertek nişan nedida, ji ber ku yên ku diketin ber êrîşê Kurd bûn. Lê êrîşa dawî nişan dide, ku êrîşên hanê êdi li ser hemu opozisyon xeter in.
Êrîşa hanê ne tenê nişan dide, ku masuniyete vekilan di sîstema yektaperestiyê da bê wate ye, her usa gavekê ye, ku di rêka damezrandina sîstema taqekesî da hatiye avêtin; dengvedana neyartiya opozisyon e di parlamentoyê da.
Partiya me carekî dinê pêpes kirina vîna gel mehkum dike, û daxwaz dike, ku hemu hêzên aşitîxwaz, azadîxwaz û demokratan li hembere êrîşa hanê dengê xwe bilind bikin û li hember êrîşên hikumeta AK Parti destê xwe bidine hevdu.
05 Xezîran 2020
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan