PWK: BILA EV JÎ ŞERMA TIRKÎYEYÊ BE!

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Jiber bûyera ku balafirgeha Stenbolê qewimî bû, daxûyanîyekbelavkir û bûyer şermezarkir.

20.02.2024, Sal - 14:51

PWK: BILA EV JÎ ŞERMA TIRKÎYEYÊ BE!
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya PWK'e de ev gotinan cihgirt:

"Dayikeke kurd ya 80 salî ji bo ku bi tirkî nizanîbû, li balafirgeha Stenbolê 2 saet û nîvan hate rawestandin û destûr nedanê ku rêwîtiya xwe weke her rêwîyê pêk bîne.

Kurê wê dayikê bi vîdeoyekê dîmenên xwe û dayika xwe yên li balafirgehê bi medîya civakî re par ve kir û ev bûyer di hinek malperên kurdan de jî hate weşandin.

Kurê vê dayika kurd di vîdeoya xwe de, vê bûyerê protesto dike û di derheqê vê bûyerê de weha dibêje:

“Binerin, min li Balafirgeha Stenbolê ya ku dibêjin sêyemîn mezintirîn balafirgeha cîhanê ye, bi kesekî neda fêmkirin û nikarî dayika xwe ya reben 2 demjimêr û nîvan derxista.

Çima? Ji ber ku zimanê wê nebû, xwendin û nivîsandina wê nebû. Li welatê min, karmendê balafirê ku ez baca wê didim ji min re nebû alîkar.

Dayika min 2 demjimêr û nîv e li vê derê dîl e, min nikaribû ew derxista. Zimanê ereban heye, zimanê azeriyan heye, zimanê îngilîzan heye lê zimanê dayika min nîne.

Dayika min nikaribû xwe bida fêmkirin û min nikaribû 2 demjimêr û nîvan wê ji pişt vî derî derxînim. Bila ev jî şerma Tirkiyeyê be, dê sibe dengan ji me bixwazin û bêjin em bira ne.”

Xwedêgiravî di Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê de hatiye nivîsan din ku ”li Tirkîyeyê mafê her hemwalatî heye ku bi awakî azad seyehet bike”; lê ji vê bûyerê carek din diyar dibe ku ew ”mafên” di Qanûna Esasî ya Dewleta Tirkîyeyê hene dahî, ji bo kurdan û dayikek kurdî ya 80 salî ya bi tirkî nizane, derbas nabe!

Ev bûyer carek din siyaseta dewleta tirk ya li hemberî miletê me û zimanê kurdî eşkere dike.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) vê bûyerê şermezar dikin û vê qêrîna kurê wê dayika 80 salî dubare dikin:

BILA EV JÎ ŞERMA TIRKÎYEYÊ BE!"

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x