PWK: Bingeh û destpêka serkeftina gelê Kurdistanê lihevkirin û yekgirtin e

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK bi helkefta salvegera Serhildana Adara 1991ê ya Başûrê Kurdistanê peyamek bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî belav kir.

05.03.2024, Sal - 09:52

PWK: Bingeh û destpêka serkeftina gelê Kurdistanê lihevkirin û yekgirtin e
Nuçe Belav bike

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK bi helkefta salvegera Serhildana Adara 1991ê ya Başûrê Kurdistanê peyamek bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî belav kiriye ku tê de hatiye, “Em 33yemîn salvegera Raperîna (Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Em şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin”.

Deqê peyama Partiya Welatparêzên Kurdistanê Kurdistanê PWK:

33yemîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê Adara 1991ê de gelê me li himberî Seddamê dîktator Raperîn (Serîhildan) dest pê kir. Ev raperîn li temama Başûrê Kurdistanê belav bû. Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanîye û Dihok hate rizgar kirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hate îlan kirin.

Raperînê, di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn a Iraqê de bi qebûlkirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir.

Raperîn nerawestîya.

Raperînê di 25ê Îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93 yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir.

Tecrûbeyên heyî, bê şik îspat kirîye ku, bingehê esasî û destpêka serkeftina hemû raperînan ewe ku, miletê kurd, gelê Kurdistanê, hêzên neteweyî, niştimanî di nav tifaq û yekgirtinê de bin, li hev xwedî derkevin, destkeftîyên xwe biparêzin.

Tu şika me lê nîne ku, li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.

Em 33yemîn salvegera Raperîna (Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Em şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x