PWK: Ew dewleta ku li Narîna biçûk digere, gelo dê li faîlên 17000 ‘’faili meçhûlan’’ û li bi hezaran kesên wendayî jî bigere?

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Ew dewleta ku li Narîna biçûk digere, gelo dê li faîlên 17000 ‘’faili meçhûlan’’ û li bi hezaran kesên wendayî jî bigere?

07.09.2024, Cts - 16:14

PWK: Ew dewleta ku li Narîna biçûk digere, gelo dê li faîlên 17000 ‘’faili meçhûlan’’ û li bi hezaran kesên wendayî jî bigere?
Nuçe Belav bike

Keça kurd ya 8 salî,  Narin Güran ya Amedî, ji roja 21ê Tebaxa 2024ê ve wenda ye. Ango Narîna biçûk ya delal, 18 roj in ku  wenda ye û mixabin em nizanin ka dijî yan na. Em hemû di nav xemeke mezin de ne. Em hêvî dikin ku Narîna delal bi saxî û selametî bê dîtin û rewşa wê dîyar bibe.

Rayedarên Dewleta  Tirkîyeyê dibêjin ‘’Em bi hezaran kesan û sedan amûr, wasite û cîhazan li narînê digerin. Helbete ku ev karekî baş e, erenî ye.

Weke ku tê zanîn, di salên 1990î de 17000 kes hatin kuştin û ew kes bi navê ‘’faîlî meçhûl’’ hatin pênase kirin; faîlên van kuştinan hîna jî nehatine diyarkirin û dîtin.

Bi hezaran ji wan 17000 kesên ku weke ‘’faili meçhûl’’ têne pênasekirin û hatinin kuştin, cenazeyên wan dahî nehatine dîtin; malbatên wan heta nuha jî negihîştîne cenazeyên wendayîyên xwe.

Nuha ez dixwazim ji Serokkomarê Komara Tirkîyeyê Rêzdar Recep Tayyîp Erdogan bipirsim:

‘’Gelo ji bo ku cenazeyên wan kesên “qesasnediyar” ango “faîlî meçhûl” bê dîtin û ji bo faîlên kuştina wan 17000 bêne tesbît kirin jî gelo hûn dê bi hezaran karmendên dewletê û bi sedan amûr, wasite û cîhazan seferber bikin?”.

Bihêvî û daxwaza ku keça me Narîn bi saxî û selametî were dîtin û bigihîje malbata xwe.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 609 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x