Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Der barê pevçûnên ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê dest pê kirin de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ê wiha ye:
Pirsgirêka Îsraîl û Filistînê carek din kete rojeva dinyê. Bi êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê şerekî ku sivîlan jî armanc digre dest pê kir û ev şer berdewam e. Ev şerê ku rojeva tevaya dinyê meşxûl dike, heger berdewam bike, dikare gelekî berfireh bibe. Şandina keştîyên şer ji alîyên Emerîqayê nîşanek berbiçav ya vê yekê ye.
Hemû êrîş û qetlîamên li Gazeyê û Îsraîlê yên li dijî sivîlan terorek eşkere ye û ev nayê qebûl kirin. Divê sazîyên navneteweyî, dewletên zirhêz û dewletên herêmê demildest hewil bidin ku vî şerê zêdetir sivîl jê zerarê dibînin rawestînin.
Li Rojhilata Navîn, destpêka aştîyek misoger, bi pêkanîna mafên çarenivîsa gelê Filîstînê û gelê Kurdistanê û bi naskirina dewleta Îsraîlê mumkun e. Rêya vêya jî ne bi şer; di çavderîya sazî û dezgehên navneteweyî de, rojek berî rojekê bi destpêkirina hevdîtin û muzakereyên dualî, bi rê û rêbazên aştîyane çareserkirina pirs û pirsgirêkan mumkun e.
11.10.2023
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)