Li gorî agahdarîyên ku gihîştine ber destên me, îro (09.07.2024) serê sibê, di saet 05:00an de, polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê avêtine ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamên platformê û Ferîd Azad hatîye desteserkirin. Herweha, Platform nagihêje çend hevalên xwe.
Em vê êrîşê û desteserkirinan şermezar dikin.
Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)