PWK: Şoreşa Îlonê ji nû ve agirê vejîna kurdayetiyê pêxist!

Îro 63yemîn salvegera Şoreşa Îlonê ye.

11.09.2024, Çar - 11:45

PWK: Şoreşa Îlonê ji nû ve agirê vejîna kurdayetiyê pêxist!
Nuçe Belav bike

Di 11yê îlona 1961ê de bi rêberatîya Mele Mustafa Barzanîyê nemir û Partîya Demokrat ya Kurdistanê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî Dewleta Iraqê serî hilda.

Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş û tarî, bêdengî û şikesteke mezin xwe berda ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê.

Piştî sirgûnîyeke 11 salan, Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958ê de ji Yekitîya SowyetÊ vegerîya. Ev vegera bû destpêka şikesta  bêdengî û bêhêvîtîya ku bi salane li Kurdistanê belav bibû.

Şoreşa Îlonê jî weke berdewamîya vegera Mele Mustafa Barzanî,  pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş û tarî ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê belav kir; hêvî, hest û bîr û bawerîya neteweyî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê geş bû.

Şoreşa Îlonê, di eslê xwe de şoreşa her çar perçeyên Kurdistanê bû. Şoreşa îlonê li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar alîyê cîhanê ji nû ve hêvî û hestên neteweyî yên kurdan geş û xurt kir.

Piştî xebat û têkoşêna gelê me ya qehremanane bi 9 salan, Dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel Mele Mustafa Barzanîyê nemir rûne.

Di 11ê adara 1970yê de, Rêberatîya Şoreşa Başûrê Kurdistanê (Partîya Demokrat ya Kurdistanê) û Dewleta Iraqê (Partîya Baasê) Peymana Otonomîyê  îmza kirin ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomîyê, ango  sîstema xwebirêvebirinê hate damezrandin.

Lê belê, Rejîma Beasê, li gorî vê peymanê tevnegerîya, hewcedarîyên peymanê bicîh neanî û bi yekalî dawî li peymana otonomîyê anî. Ji ber vê helwesta Rejîma Beasê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bi rêberatîya Mele Mustafa Barzanîyê nemir û pêşngtîya PDKyê, mecbûr ma careke din ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, ji bo azadîya xwe serîhilde.

Em di 63yemîn salvegera Şoreşa Îlonê de, bi hest û bîr û bawerîyên neteweyî, niştimanî Şoreşa Îlonê pîroz dikin; Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû şehîd û pakreawanên Şoreşa îlonê bi giramî bibîrtînin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:08:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x