Qers: Ayhan Bîlgen bû namzedê serbixwe

Ayhan Bîlgen ji bo bibe namzedê serbixwe yê Qersê serî li lijneya hilbijartinê da.

20.02.2024, Sal - 12:18

Qers: Ayhan Bîlgen bû namzedê serbixwe
Nuçe Belav bike

Parlamenterê berê yê HDPyê Ayhan Bîlgen ji bo bibe namzedê serbixwe yê Şaredariya Qersê serlêdana fermî kir.

Partiya Dengê Tirkiyeyê (SES) ev biryara Bîlgen bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Ji bo temamkirina xebatên nîvcomayî em dê bi serokê xwe yê biştî Ayhan Bîlgen re dest bi vê rêwîtiya birûmet bikin.

Ji bo wî û ji bo gelê Qersê li ser xêrê be.”

Ayhan Bîlgen dema di nava HDPyê bû parlamenterî kiribû û bûbû Serokê Şaredariya Qersê.

Bîlgen piştî ku ji HDPyê îstifa kir Partiya Dengê Tirkiyeyê (SES) ava kir û niha serokê giştî yê wê partiyê ye

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:23:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x