"Pevçûnên navxweyî derfetên dîrokî qels dikin"

Hereketa Azadî ku rêxistineke Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê ye di derbarê pevçûna Şingalê di navbera YBŞ û Pêşmergeyan de rû dayî de daxuyaniyeke çapemeniyê da û xemginiya xwe anî ziman.

06.03.2017, Pts - 11:55

"Pevçûnên navxweyî derfetên dîrokî qels dikin"
Nuçe Belav bike

Hereketa Azadî ku rêxistineke Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê ye di derbarê pevçûna Şingalê di navbera YBŞ û Pêşmergeyan de rû dayî de daxuyaniyeke çapemeniyê da û xemginiya xwe anî ziman.

Hereketa Azadî li şaxa xwe ya Diyarbekir di derbarê pevçûna Şingalê de daxuyanî da û amaje kir ku ew ji pevçûnên di nava Kurdan gelek dilgiran in.

Di daxuyaniyê de bal hate kêşandin ku îro Kurd di vê erdnîgariyê de bûne aktoreke girîng û pêwîst e Kurd li gorî vê berpirsiyariyê tevbigerin.

Hereketa Azadî hişyariyek da Kurdan, ku ew jihevbelavbûna 100 salan, bi van bûyeran dibe ku 100 salên din jî bidome.

Di daxuyaniyê de ji bo mijara gotinên Emîn Çolaşanê ku siviktî li Alaya Kurdistanê û Serok Barzanî kirî jî cîh hate dayîn.

Hiqûqnasê Hereketa Azadî Nûrî Mehmetoglû jî da zanîn ku wî serî li Dadgeha Diyarbekirê daye ku Emîn Çolaşan ji ber gotinên xwe were cezakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x