Şaredara Dîlokê: Nîvê navçeyeke 60 hezar kesî nemaye

Seroka Şaredariya Bajerê Mezin a Prêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku nîvê navçeyeke ku 60 hezar kes nişteciyên wê hene nemeya ye û avahiyên wê hilweşiyane.

07.02.2023, Sal - 09:39

Şaredara Dîlokê: Nîvê navçeyeke 60 hezar kesî nemaye
Nuçe Belav bike

Seroka Şaredariya Bajerê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn beşdarî bernameyeke Youtubê ya Cuneyt Ozdemir bû û derbarê zerer û ziyanên erdheja Dîlokê de agahî dan.

Şahîn amaje bi navçeya Îslahiyê kir û got: “Nivê navçeyê nîne. Ev karesatek e. Navçeyeke 60 hezar kesî ye. Min karesateke hewqasî mezin nedîtiye.”

Ev di demekê de ye Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên xwe yên dawî de dibêje: "2 hezar û 921 kesan canê xwe ji dest dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne." Herwiha bi hezaran xanî û avahî jî hilweşiyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:36:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x