Serokê HAKPARê: Dengên me hatin dizîn

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Duzgun Kaplan got, “Di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên me hatin dizîn.”

27.05.2023, Cts - 06:54

Serokê HAKPARê: Dengên me hatin dizîn
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan ser encamên hilbijartinên 14ê Gulanê û kêmbûna dengên HAKPARê axivî.

HAKPARê di Hilbijartinên Parlamenteriyê ya Xula 28an a 14ê Gulanê de 42 hezar deng wergirtibûn. Duzgun Kaplan li ser daketina dengên HAKPARê li gorî hilbijartinên berê got, “Piştî kongreyê ji bo ku Kurd bê alternatîf nemînin me biryar da ku em beşdarî hilbijartinan bibin. Me armanc kir ku li ser xeta neteweyî alternatîfekê pêş bixin û hêviyê bidin gel. Biryara me bandoreke erênî kir û gelek nivîskar û rewşenbîran pêşbînî kiribûn ku em dê di navbera 500 hezar û 1 milyon dengan de bi dest bixin. Me dît ku heger xebateke rast were kirin, em dikarin hêviyê biafirînin.”

“Ev ne hilbijartineke demokratîk bû”

Kaplan li ser dengên HAKPARê got, “Li gor daxuyaniya fermî; dengê me 42 hezar û 500 xuya dike. Bawer bikin dengê me ji vê zêdetir e. Bi baweriya min me zêdetirî 200 hezar deng wergirtin. Li Tirkiyê parastina sindoqan gelekî zehmet e. Ev hilbijartin ne hilbijartineke demokratîk bû. Bi baweriya min dengên me hatin dizîn. Zêdetirî 100 hezar sindoq hene û heger partiya we çavdêran bişîne ser her sindoqê pêwîstiya we bi 200 hezar kesan heye. MHP di ti rapirsiyan de ji sedî 5 û 6 derbas nedikir, li gorî encamên hilbijartinê ji sedî 10ê dengan bi dest xist. Ev deng ne dengên wan in.”

Kaplan anî ziman ew di wê baweriyê de ne ku di vê hilbijartinê de hêviyeke baş ji bo Kurdan afirandine û got, “Li Kurdistanê 40 sal in şer heye. Di siyaseta Kurd û Tirkî de dejenerasyoneke mezin heye. Ziman û exlaqê siyasetê serûbin kirine. Li Kurdistanê jî rewş wisa ye. Manîpulasyoneke mezin tê kirin. Ji bo hilbijartinên ku 5 salan carekê tên kirin, pêwîst e siyasetek çalaktir bê meşandin.”

“Divê HAKPAR siyaseteke çalaktir bimeşîne û dakeve kolanan”

Kaplan destnîşan kir ku wan dengên xwe yên di sala 2015an de winda nekirin lê dengên wan hatine dizîn û anî ziman, “Ez wek serokekî partiyê ku 30 sal in bi siyasetê re mijûl im, dibêjim; em di sala 2015an de tevlî hilbijartinê bûn lê em her sal tevlî hilbijartinê nebûn. Partiyeke ku 10 salan carekê bikeve hilbijartinan, hêviyê nade xelkê. Li her cihê ku em diçûnê ji me re digotin tenê di dema hilbijartinê de neyên ber deriyê me, em dixwazin hûn her tim bi me re bin. Peyama ku me di van hilbijartinan de wergirt; divê HAKPAR siyaseteke çalaktir bimeşîne û dakeve kolanan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:16:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x