Sêrt: Bavê ku dixwest kurê xwe rizgar bike xeniqî

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê bavekî ku dixwest kurê xwe rizgar bike di Çemê Botanê de xeniqî.

08.08.2023, Sal - 08:08

Sêrt:  Bavê ku dixwest kurê xwe rizgar bike xeniqî
Nuçe Belav bike

Li gundê Xêrtê yê Sêrtê, ciwanê 21 salî Munur Ulitaşê ku bi malbata xwe re çûbû seyranê, di Çemê Botanê de li ber avê çû.

Bavê wî Îsmaîl Ulitaş, ji bo ku kurê xwe rizgar bike xwe avêt çem lê piştî demekê bav û kur her du winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), tîmên Parastina Sivîlan, tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Munur Ulitaş piştî demekê ji aliyê welatiyan ve ji çem hat derxistin û wan ew bir nexweşxaneyê.

Munur Ulitaş li nexweşxaneyê tê dermankirin û hîn jî jiyana wî metirsiyê de ye.

Tîmên binavger jî piştê demekê termê Îsmaîl Ulitaş ji çem derxist.

Ekîban, termê Îsmaîl Ulitaş ji bo karûbarên otopsiyê bir beşa morgê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê a Sêrtê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x