Li gor biryarê xerciyên rojane ji 91 lîreyan bo 205 lîreyan û mûçe jî ji 2 hezar û 730 lîreyên Tirkî bo 6 hezar û 150 lîreyan hate zêdekirin.
Serokê Giştî yê Konfederasyona Cerdevanan li Tirkiyê Ziya Sozen ragihand ku mûçeyê cerdevanên li derveyî sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî operasyonan dibin, ji 2 hezar û 730 lîreyên Tirkî bo 6 hezar û 150 lîreyan hate zêdekirin.
Serokê Giştî yê Konfederasyona Cerdevanan li Tirkiyê Ziya Sozen di daxuniyekê de ragihand ku bi biryara Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê xerciyên rê û mûçeyên cerdevanên ku li derveyî sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî operasyonan dibin hate zêdekirin.
Li gor biryarê xerciyên rojane ji 91 lîreyan bo 205 lîreyan û mûçe jî ji 2 hezar û 730 lîreyên Tirkî bo 6 hezar û 150 lîreyan hate zêdekirin.
Bi gotina Ziya Sozen cerdevan di bin mercên zehmet de erka xwe pêk tînin, lê mûçeyên wan ne hêjayî zehmetiya wan e.
Di operasyonên artêşa Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê de hejmareke cerdevan jî beşdar bûne û li gor daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiye hejmareke cerdevan di wan operasyonan de hatine kuştin û birîndarkirin.
Herî dawî li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê di 6ê Tebaxa 2020an de cerdevanek li herêma ku artêşa Tirkiyê operasyona bi navê Çengê Piling a li nav axa Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, ji aliyê gerîlayên PKKê ve hate kuştin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sistema cerdevantiyê, piştî derketina gerîlayên Partiya Karkekirên Kurdistanê (PKK), bi navê “Parêzvanê Ewlehiyê” 26ê Adara 1985an hatiye damezrandin.
Li gor rojnameya Yenî Akitê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 55 hezar cerdevan weke fermî hene û herwiha 20 hezar jî weke xwebexş hene.
Li gor raportên Rêxistina Mafê Mirovan navê cerdevanan di gelek karên kirêt û dijmirovane de derbas dibe û gelek mirovên bêsûc kuştine û îşkence kirine.
Li gorî lêkolîna Rêxistina Mafê Mirovan (ÎHD) ya sala 2009an 1345 cerdevan tevlî tawanên weke kuştin û şewatandina gundan û daristana, êrişa biçekan û revanidna mirovan bûne.
Li gor rapora ÎHDê ji sala 1990 hetaq sala 2009ê cerdevan bûne sedema şewitandina 38 gundan, valakirina 14 gundan, destdirêjiya 12 kesan kirine, 22 kes revandine, 294 êrişên çekdarî encam dane, 183 kes kuştine û 259 kes birîndar kirine û 562 kes îşkence kirine, bûne sedema xwekuştina 9 kesan û 17 daristan şewitandine.
Herwiha li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê têne ji sala 1985an heta sala 1997ê ji ber tawanên weke kuştina kesên sivîl, bazirganiya madeyên hişbir, destdirêjî dizî û qaçaxtîtiyê 23 hezar û 817 cerdevan ji kar hatine dûrxistin.