Firokexaneyên Hewlêr û Silêmanî îro, 01.08.2020 vedibin û daxwaz ji geştyaran tê kirin ku di dema çûna bo firokecaneyan de lepik û mask bikar bînin.
Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û çend mercek ji bo geştkirinê aşkere kirk u li gor wê daxuyaniyê;
-Pêwîst e geştyarên tên û diçin mask û lepik bikar bînin li terminal firokexaneyê.
-Li gor wî cihê ku geştê bo encamp didin, geştyaran pêwîstî bi pişkinîna vîrusa koronayê ya bi corê PCR heye.
-Pêwîst e geştyar berî hatina bo firokexaneyê, peywendî bi wê hêla asmanî bikin ku geşta xwe bi rêya wê encamp didin, jib o piştrastbûna li cîbicîkirina rênimayên tendirustî yên wî cihê ku diçinê.
-Pişkinîn li gor biryara Rêveberiya Parastina Tendirustî ya Hewlêrê, li Binkeya Tendirustî ya Zanîngehê, li ser rêya Kerkûkê li tenişta Koleja Zanistê tên encamdan.
-Ew geştyarên ku tên Herêma Kurdistanê, pêwîst e yan pişkinîna koronayê ji corê PCR di dema 48 demjimêr berî hatina xwe encamp bidin an jî di dema hatinê de bo Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê pişkinîn bot ê encamdan û lêçûnên wê dikeve ser milê geştyar.
-Pêwîst e hemû geştyarên tên soznameyekê tijî bikin ku bo maweyê 14 roj xwe kerentîn bikin piştî gihiştina xwe bo Herêma Kurdistanê.
-Her yek ji şandên fermî, xwedîkar û geştyarên bo demeke kurt tên Kurdistanê, ew xala (kerentînkirina bo dema 14 roj) wan li xwe nagire.
Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê jî daxuyaniyeke belav kir û mercên geştkirinê aşkere kirin. Ligor daxuyaniya hatiye belavkirin;
-Geştyar divê berî 48 demjimêran pişkinîna PRC encam bidin. Nexweşxaneya Şehîd Tahîr Elî Walî Beg li Silêmaniyê ji bo vê mebestê hatiye diyarkirin.
-Her kesek ji derveyî Iraqê bê firokexaneyê dê ji aliyê Wezareta Tendirustî ve pişkinîna PCR bo were encamdan.
Desthilata Firokevaniya Şaristanî ya Iraqê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê roja 17.03.2020 geştên asmanî li hemû firokexaneyên Iraq û Herêma Kurdistanê ragirtin.