Hikûmeta Iraqê topbarana navçeya Sîdekan şermezar kir

Topbarana ji aliyê Îranê ve bo ser hejmarek pêgehên navçeya Sîdekan a li sînorê parêzgeha Hewlêrê, şermezar kir.

11.05.2022, Çar - 14:15

Hikûmeta Iraqê topbarana navçeya Sîdekan şermezar kir
Nuçe Belav bike

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, hikûmeta Iraqê topbarana ji aliyê Îranê ve bo ser hejmarek pêgehên navçeya Sîdekan a li sînorê parêzgeha Hewlêrê, şermezar dike.Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye diyarkirin: “Em tekezî li naveroka destûrê dikin, ku nabe axa Iraqê bikin baregeh an jî deriyek bo êrîşkirina ser welatên cîran.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Ji bo berdewamiya rûbirûbûna astengiyan, bi taybetî jî di warê ewlehiyê de, divê li ser bingeha parastina serweriya Iraqê û bihêzkirina asayîş û seqamgîriya navçeyê, pabendî diyalog û gotûbêjê bin.”

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê piştî wê yekê tê, ku Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re got, îro demjimêr 08:20 topxaneya Îranê zozanên Berbizîn li nêzîkî Sîdekanê topbaran kirin.

Li aliyê din, Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro du droneyên Îranê gundê Dêgê yê ser bi nahiya Simêlan ya li qezaya Çomanê bombebaran kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 481 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:19:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x