Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler: Pêvajoya aştiyê girîng û dîrokî ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.

12.04.2025, Cts - 14:48

Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler: Pêvajoya aştiyê girîng û dîrokî ye
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Her du aliyan pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girîng û dîrokî bi nav kir û tekezî li ser girîngiya xebata ji bo serkeftina pêvajoyê kir.”

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê doh li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji wan serokên ku hatine vexwendin e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di daxuyaniyekê de got:

“Her du alî li ser girîngiya bipêşxistina karên hevbeş û hevahengiyê ya di navbera welatên herêmê de, ji bo parastina aramiyê û dûrxistina herêmê ya ji pirsgirêk û aloziyan hevfikr bûn.”

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariya ji bo “parastina aramiya herêmê” hatin gotûbêjkirin.

Her wiha derbarê rewşa Îraqê û pêşhatên herêmê bîr û raman guherîn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 77 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x