Pervîn Buldan: Em dê li ser gavên yasayî bi Wezîrê Dadê re bicivin

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê ragihand ku ew dê hefteya bê li ser pêvajoyê û gavên yasayî bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re bicivin.

12.04.2025, Cts - 10:46

Pervîn Buldan: Em dê li ser gavên yasayî bi Wezîrê Dadê re bicivin
Nuçe Belav bike

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan ku roja pêncşemê li gel Sirri Sureyya Onder li Koşka Serokkomariyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû.

Buldan doh li ser civînê û pêvajoyê ji kanala Medya Haberê ya nêzîkî PKKyê re axivî.

Pervîn Buldanê ragihand ku piştî hevdîtina wan a bi Serokkomarê Tirkiyeyê re dê pêvojayê bileztir bibe û da zanîn ku dê serdanên wan ên aliyên siyasî berdewam bikin.

Buldanê eşkere kir ku ew dê careke din biçin Girava Îmraliyê û li ser naveroka civîna bi Erdogan re zanyariyan bidin Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.

Endama Heyeta Îmraliyê da zanîn ku ew dê hefteya bê jî ji bo gavên yasayî yên pêvajoyê ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê daxwaza serdanê bikin û li gel wî bicivin.

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê got:

“Di serî de mafê hêviyê ji bo bupêşveçûna pêvajoyê pêwîstî bi gavên yasayî heye.

Ez di wê baweriyê de me ku dê demeke nêzîk di van mijaran de gav bên avêtin.

Heta parlamento berpirsyariyê wernegire dê pirsgirêk di bipêşveçûna pêvajoyê de çêbibin.

Em dê hefteya bê derbarê gavên yasayî li gel Wezîrê Dadê bicivin.

Dê çi sererastkirinên yasayî bên kirin,  pêwîstî bi kîjan yasayan heye dê derbarê vê yekê nêrîn bi hev bên guhertin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja pêncşemê, li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêşwazî kirin.

DEM Partiyê piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand ku civîna Erdogan û Heyeta wan di keşûhewayeke gelekî erênî, avaker, berhemdar û derbarê pêşerojê de bi hêvî derbas bûye û got:

“Girîngiya qonaxa ku pêvajo gihiştiyê hat piştrastkirin û gavên piştî niha yên dualî hatin nirxandin.

Hat diyarkirin ku serdemeke bê tundûtûjî û rûbirûbûn ku tê de qada demokratîk û siyasî bê xurtkirin ji bo welatê me, welatiyên me û herêma me gelekî girîng e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x