Mesrûr Barzanî: Salvegera serkeftina îradeya gel berz û pîroz e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

25.09.2023, Pts - 06:57

Mesrûr Barzanî: Salvegera serkeftina îradeya gel berz û pîroz e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 25ê Îlona 2023an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Salvegera serkeftina îradeya gel berz û pîroz e.”

Berî 6 salan di 25ê Îlona 2017ê de, referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin û 3 milyon û 305 hezar û 925 kes beşdarî referandumê bûn, ku ji %72 zêdetir e. Di referandumê de 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê belê dan serxwebûna Kurdistanê ku ji %92 zêdetir e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x