Mesrûr Barzanî serpereştiya civîneke taybet bi rêkxistina darayî ya giştî dike

Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro civîneke taybet ji bo rêkxistina darayî ya giştî ya Herêma Kurdistanê hate kirin.

22.05.2023, Pts - 12:57

Mesrûr Barzanî serpereştiya civîneke taybet bi rêkxistina darayî ya giştî dike
Nuçe Belav bike

Di civînê de, biryara civîna heftiya borî ya Encûmena Wezîran hat pêşkêşkirin, ku bi yekdengî biryara ji nû ve rêkxistina darayî ya giştî li seranserê Herêmê hat pesendkirin û Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr hatin erkdarkirin ku ji bo cîbicîkirina biryarê, mekanîzmayekê diyar bikin.

Piştre guftûgo derbarê dariştina mekanîzmeke taybet bi rêkxistina dahat û xerciyên giştî li seranserê Herêma Kurdistanê hate kirin. Tekezî li ser wê yekê hat kirin ku dabînkirina mûçe wek pêşîne xerciyan û wek xerciyeke siyasî, ji karê pêşîne yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê be û her çi xerciyên giştî yên din jî, divê bi awayekî dadperwerane û li gorî hejmara xelkê, li parêzgehan û rêveberiyên xweser bê dabeşkirin. Di civînê de û piştî guftûgoyê, biryar hat dayîn ku hesabên bankê yên hemû çavkaniyên dahatê yên li seranserê Herêmê di yek hesabê bankê de bên yekkirin û dabeşkirina rêjeyî bi dawî bibe.

Her wiha biryar hat dayîn ku di zûtirîn dem de bank û xezîneya Herêma Kurdistanê bi rêya sîstemeke elektronî were girêdan, hem ji bo parastina dahata giştî û hem jî ji bo zelalbûna dahat û xerciyan, bi arasteya dariştina plana xerciyan bi mebesta pêkanîna hevsengiyek di navbera dahat û xerciyan de.

Di vê derbarê de Serokwezîr got ku bi alîkariya pisporên navxwe û biyanî kar bo dirustkirina sîstemeke darayî û bankî ya pêşketî û nûjen li Herêma Kurdistanê tê kirin.

Di mijareke din a civînê de, maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya Iraqê de, ku niha li Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran e, helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rêkeftina petrolê ya sala 4ê Nîsana 2023an û xalên projeyasaya bûdceyê dubare kir. Her wiha spasiya hemû kesên ku di guhertinên ku di projeyasaya bûdceyê de rol lîstine, ji bo rakirina têrmên ku şandina bûdceya guncav bo Herêmê sînordar dikin, kir. Her wiha destxweşî li endamên Encûmena Wezîran û Encûmena Nûneran di fraksiyonên Kurdistanî de kir ku bi yekdengî piştevanî li mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û yekxistina hemû hewlan bo dabînkirina mûçe û debara jiyana welatiyên Herêmê ji bûdceya federalî, kirine.

Di civînê de daxwaz ji Hikûmeta Federal û aliyên sereke yên pêkhênerên kabîneya wezarî kir ku li gor destûrê, rêkeftinan cîbicî bikin û mafên Herêma Kurdistanê jî wek navçeyên din ên Iraqê misoger bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x