Mr. Erbil : Efendîyên Hewlêrî

Îro di manşeta BBCyê de Efendîyên Hewlerî ne bi şal û şapikên xwe yê bav û kalan lê bi cil û bergên xwe yên “Hîpster” , bala medyaya civakî bi awayek din dikşînin li ser Kurdistana Başûr.

26.01.2017, Per - 20:28

Mr. Erbil : Efendîyên Hewlêrî
Nuçe Belav bike

Îro di manşeta BBCyê de Efendîyên Hewlerî ne bi şal û şapikên xwe yê bav û kalan lê bi cil û bergên xwe yên “Hîpster” , bala medyaya civakî bi awayek din dikşînin li ser Kurdistana Başûr.

Hin resmên van xortan ku bi mûnesebeta danasîna kelha Hewlêrê hatibun kişandin bi hevpeyivîna Vocativ, bala BBCyê kişand û medyaya cihanî resmeke din ya Hewlêrê vê carê bi çaveke din û bi babetek din dît.
Ev resim, hêviyeke din durist dike ku ji nakokîyên rojhilata navîn ya ku di bin bandora şer û nexweşîyên civakî de ye pirr dûrtir e. Hêvîyek ava dike ku, resmê Kurdistanê di mejîyan de ji Iraqê û kultura ereban dûr dixe.

Piştî dû zivistanên dijwar, tesîra encamên şerê li hember DAIŞê her çend jîyana rojane ya Hewlêr û Kurdên başurî, bi awayeke neyînî guherandibe jî, mode ya nû ya Efendîyên Hewlêrê, di sala dawî de di Instagram û Facebookê de ji xwe re ji 25000 hezar kesan zêdetir şopajo û hezkirî çêkirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 976 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x