Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di nav helmeta bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê got, “Tenê ew kesên xwe ji berpirsyarîtiyê vedidizin bê kêmûkasî ne. Ya ku li cem me PDKyîyan eşkere ye ew e ku em bê kêmûkasî nînin. Hemî armancên gelê Kurdistanê bi şev û rokejan bi cih nayên, em dizanin ku keşûhewayê Kurdistanê û piroseya siyasî di wî keşûhewayî de hêsan nebû. Em wekî berpirsyarîtiya xwe dibînin ku kêmşkasiyên karkirina xwe destnîşan bikin, çareseriyên guncayî jê re peyda bikin, li xwe vegerin ji bo ku em bizanin di çi war û astekî de bi baştirîn awa guhertinan bikin, em çawa bikarin li çend salên bê xizmeta welatiyan û niştîman û welatê xwe bi awayekî baştir bikin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, “Piştî serhildana sala 1991ê, Serok Barzanî kesê yekê bû ku daxwaz kir û pêşeng bû ku bi rêya sindoqên dengdanê desthilatdarî li Herêma Kurdistanê bê yekalîkirin. Serokê PDKê berê binyatî ji bo demokrasiyê dana, ji wê salê heta niha şewqeke mezin ji destkeftî û avedankirin û dabînkirina şert û mercên jiyanê ji bo gelê xwe bi dest xistin. Hûn dizanin û em jî dizanin hemî ew kar û pirojeyên ku hene bê kêmûkasî nînin, lê tiştê giring ew e ku dîsa du hilbijartinên bê de bawerî bi PDKê bê dan ji bo ku li ser pirojeyên avedankirinê û pêşkeftina aborî berdewam be.”
Tekez jî kir, “Erkê we û endamên PDKê heta roja hilbijartinan gelek mezin e, divê hûn bi hemî şiyanên xwe bizavê bikin ku baweriya nû ya welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo PDKê bê nûkirin. Divê em şanaziyê bi wê yekê bikin ku me heta niha bi dest xistiye, baweriya nû bi PDKê yanî veguhastina Kurdistanê ji qonaxa niha ber bi qonaxeke baştir û avedantir û asûdetir ji bo hemî gelê Kurdistanê.”
Ron jî kir, “Aliyên din hevrikiyê dikin ku piçekê bigehin astê PDKê. Em wekî PDK ji qonaxeke hevrikiyê derbaz bûne, armanca me gelek ji hevrikiyê mezintir e. Armanca me veguhastina Kurdistanê bo qonaxeke pêşkeftîtir a desthilatdariyê ji hemî aliyan ve ye. Pêşengiya PDKê yanî gerentiya berdewamiya serkeftina wê piroseyê ye ku di çar salên bê de li pêşiya me ye. Divê em destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 1992ê heta niha wekî çavê xwe biparêzin.” Herwesa got, “Erkê dîrokî yê me wekî PDK ew e ku çi yek ji wan destkeftiyan ji dest nedin û bi wijdan paşeroja çar salên bên ên pêkanîna perleman û hikûmetê diyar bikin.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê tekez jî kir, “Divê her tiştekê em ji bo bangeşeya hilbijartinan dikin li ser bingeha rêzê be, ji bo rêbaza me, ji bo şehîdan, ji bo qurbanî û erkê pîroz ê destkeftiyên me, divê PDK ne rêyê bi xwe û ne jî hevrikên xwe bide ku di pêşbirka siyasî de bibin sedema têkdana ewlehî û seqamgirî û azadiya Kurdistanê.”