Nêçîrvan Barzanî sê peyam ji bo Kosret Resûl, Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî şandin

Serokê Herêma Kurdistanê 3 peyam ji bo Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokê Encûmena Bilind a YNKê şandin.

01.08.2020, Cts - 06:15

Nêçîrvan Barzanî sê peyam ji bo Kosret Resûl, Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî şandin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê bo hevserok û Serokê Encûmena Bilind a YNKê, “Hêvîdar im ev cejn bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo her aliyekê û aramî, tebayî û seqamgiriya zêdetir bo Kurdistanê li gel xwe bîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê 3 peyam ji bo Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokê Encûmena Bilind a YNKê şandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wan peyaman de pîrozbahiya cejnê li hevserok û Serokê Encûmena Bilind a YNKê kir û hêviya xwe derbirî ku ev cejn tebayî û seqamgiriya zêdetir bo Kurdistanê li gel xwe bîne.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo Serokê Encûmena Bilind a YNKê de “pîrozbahiyên germ” li Kosret Resûl û malbata wî dike û hêviya xwe tîne ziman, “ev cejn bibe cihê xêr û xweşî bo hemû aliyan û tebayî û seqaêmgiriya zêdetir bo Kurdistanê li gel xwe bîne û em cejn û boneyên dahatûyê jî di hewayekî baştir de bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama ji bo Hevserokê YNKê Bafil Talebanî de, “pîrozbabhiyên germ” li hevserok, endam û alîgirên YNKê dike “ û hêviya xwe tîne ziman ku ev cejn bibe cihê aramî, tebayî û seqamgiriya zêdetir ji bo Kurdistanê û serkeftinê ji hevserokên YNKê re dixwaze.

Di peyama jib o Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî de jî Serokê Herêma Kurdistanê, “pîrozbahiyên germ” li hevserok, endam û alîgirên YNKê dike û dibêje, “Hêvîdar im ev cejn bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo her aliyekê û aramî, tebayî û seqamgiriya zêdetir bo Kurdistanê li gel xwe bîne û em cejn û boneyên dahatûyê di hewayekî baştir de bikin.”

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 782 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:22:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x