Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Barzanî bal kişand ser helwesta serkirdeyên cîhanê û ragihand, ew rêz li xebata kurdan digirin û welatên cîhanê amade ne hevkariya gelê kurd bikin.
Derbarê şerê DAIŞê û operasyona kontrolkirina Mûsilê de Barzanî ragihand, têkşikandina DAIŞê li Mûsilê nayê wateya jinavbirina yakcarî ya DAIŞê û şerê li dijî terorê dirêj e.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê li Davosê li ser serxwebûna Kurdistanê jî axivî û teqez kir ku wan ew bi Bexdayê re gotûbêj kiriye.. Barzanî got: "Dibe bi Bexdayê re du cîranên baş bin" û wiha diyar kir ku nikarin demekê bo serxwebûnê diyar bikin.
Barzanî derbarê pêwendî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bêtir di warê leşkerî de ye.
Serokê Herêma Kurdistanê teqez kir ku Pêşmerge dê deverên rizgarkirî venekeşe.
Barzanî ji bo rewşa Rojavayê diyar kir ku "teroreke mezin li Rojava heye" û wiha got: "Ez ji bo siberoja Rojava ne geşbîn im" û ji bo rewşa Sûriyeyê bi giştî û agirbesta bi garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê jî wiha got: "Ez ji bo siberoja Sûriyeyê jî, reşbîn im".
Ji aliyê din ve, serokê herêma Kurdistanê li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê wiha got, hîn dema destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê nehatiye û teqez kir ku ew hewl didin ku pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê bike.
Derbarê hebûna PKKê li Şingalê wiha got: "Em ê rê nedin PKKê çarçoveyeke diyarkirî li Şingalê bisepîne