Serok Barzanî û Balyozê Rûsyayê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Îlbrus Kutraşev kir.

30.09.2024, Pts - 17:05

Serok Barzanî û Balyozê Rûsyayê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî ragihand, Balyozê Rûsyayê aramî û aştiya li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand ku welatê wî giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Rûsyayê li Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  kir ji bo amadekariyên girêdana konferansa (Rola Rojhilatnasên Rûs di Nasandina Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de) bi hevkarî û hevahengiya di navbera nûneratiya Herêma Kurdistanê li Rûsyayê, Zanîngeha Soran û Peymangeha Rojhilatnasiyê ya Rûsyayê de.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin jî di civînê de amade bû.

Her li vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî hatin guftûgokirin

 

Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:29:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x