Wezîrê derve yê Japonya dê serdana herêma Kuridstanê bike

Çaverê tê kirin, wezîrê derve yê Japonê li dawîya vê heftîyê serdana herêma Kurdistanê bike û digel mezine berpirsên wê kombibe.

10.01.2017, Sal - 14:04

Wezîrê derve yê Japonya dê serdana herêma Kuridstanê bike
Nuçe Belav bike

Jêderekê taybet ji civata wezîrên herêma Kurdistanê bo War dîyar kir kir, Fomyo Kîşîda, wezîrê derve yê Japonê dê li roja pêncşemba bê, bi serdaneka fermî bighêje Hewlêrê û wesa biryare digel berpirsên bilindên herêmê kombibe.

Ev serdana çaverê kirî, bi yekem serdana berpirsekî bilindê welatê Japonê bo herêma Kurdistanê tê ji destipêka şerê Daişê.

Li kanûna yekê ya sala 2014ê, Nobo Kîşî, cîgirê yekê yê wezîrê derve yê Japonê sera Hewlêrê dabû û digel Nêçîrvan Barzanî kombibû, navhatî berhevî bo handana kompanîyên Japonê bo weberhênanê li herêma Kurdistanê ragehandibû, herwesa nîyaza bilindkirina astê konsilxaneya Japonê li Hewlêrê.

Ji destipêka sala nû, her yek ji serokê Frensa, serok wezîrên Tirkîyê û wezîrên bergirî û geşepêdana Hollenda serdanên fermî bo Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1063 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x