Yekem karwanê Haciyan vegeriyan Herêma Kurdistanê
Îro yekem karwanên Haciyên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan 200 kes e, bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Îro 18.07.2022yê demjimêr 11:00ê yekem karwanê Haciyên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan 200 kes bûn û hemû jî rûniştvanên parêzgeha Hewlêrê ne, bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Beşdarên hecê li Herêma Kurdistanê îsal 2120 Hacî bûn û bi 5 karwanan heta 24ê Tîrmeh a 2022yê piştî bicîhanîna vecîbeyên Hecê dê vegerin Herêma Kurdistanê. Sibe û dusibe jî du karwanên din ên ku rûniştvanên Silêmanî û Duhokê ne dê vegerin û temamê Haciyan ji aliyê tenduristî ve selamet in û rastî ti bûyerekî nayê xwestin nebûne.
Hêjayî gotinê ye, piştî 2 sal rawestandina geşta Haciyan a ji ber vîrusa koronayê, îsal 2 hezar û 120 hemwelatiyên Herêma Kurdistanê beşdarî çûna Hecê kirin û biryare sala 2023yê rêje asayî bibe û zêdetirî 4 hezar hemwelatiyan serdana Hecê bikin û mercê temen jî dê li ser hemwelatiyan bê rakirin.