161 penaberên Kurd û Sûrî ji Sûdanê gihiştin firokexaneya Qamişlo

Îro danê sibê 161 penaberên Kurd û Sûrî ji Sûdanê gihîştin firokexaneya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê.

22.05.2023, Pts - 10:16

161 penaberên Kurd û Sûrî ji Sûdanê gihiştin firokexaneya Qamişlo
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, ev 161 penaber ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ne û ji aliyê Desteya Pêwendiyên Derve ve hatin pêşwazîkirin.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê roja 27’ê Nîsanê komîteyek ji bo vegerandina welatiyên Sûriyê yên li Sûdanê asê mane, ava kiribû.

Penaberên Sûrî yên li Sûdanê di encama şer û pevçûnên navbera artêşa Sûdanê ji aliyekî ve û hêzên Piştgiriya Bilez ji aliyê din ve, rastî şert û mercên giran ên mirovî, dizî û talanê hatin. Penaberan jî banga rizgarkirinê kiribûn.

Li gorî zanyaryan, heta niha zêdetirî hezar welatiyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê li Sûdanê asê mane û kar ji bo vegerandina wan dê berdewam bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:21:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x