Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir

Artêşa Tirkiyeyê gundekî nahiyeya Şerayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

19.10.2023, Per - 08:28

Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê ragihand ku Tirkiyeyê şeva borî gundê Şewarxê yê Şerayê topbaran kiriye.

Heta niha li ser encamên vê êrişê ti agahî nehatine bidestxistin.

Tirkiyeyê ji 4ê Çiriya Pêşînê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê heta Efrînê topbaran û bombebaran dike.

Di van êrişan de bi piranî jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê tê armancgirtin.

Tevlî zarok, endamên ewlehiyê û şervanên HSDyê 44 kesan canê xwe ji dest da 55 kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser ragihand ku van êrişan herî kêm bandor li 2 milyon kesan kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:45:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x