Artêşa Tirkiyê îro êrîşeke bi dronê bo ser bajarê Til Rifetê yê di kontrola Rêveberiya Xweser û HSDê de pêk anî û li gor zanyariyan, di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.
Droneke Tirkiyê îro Çarşembê 24ê Tebaxa 2022an navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir.
Li gor zanyariyan, di êrîşa dronî ya Tirkiyê de 3 kesan canê xwe ji dest dane ku di nava wan de jin û zarok jî hene û 5 kes jî birîndar bûne.
Birîndarên bûyerê bo nexweşxaneya Til Rifetê hatine veguhastin, lê derbarê rewşa wan de agahiyek zelal li ber dest nîne.
Medyaya nêzîkî HSDê nasnameya du qurbaniyên êrîşê aşkere kiriye û ragihandiye, di êrîşê de Fatma Osman Mamo 21 salî û Reşîd Elîko 28 salî canê xwe ji dest dane. Lê hêj nasnameya kesê sêyem nehatiye zanîn.
Herwiha Hisên Murad Qerokî 13 salî, Menan Reşîd Hisên 57 salî, Egîd Fexrî Şêxo 32 salî, Semîr Ebdulqadir Reşo 31 salî û Zuhêr Ebdulrehman Mihemed 36 salî di êrîşê de birîndar bûne.
Derbarê êrîşê de, ne ji aliyê Rêveberiya Xweser û HSDê û ne jî ji aliyê Tirkiyê ve hêj ti daxuyanî nehatine dan.