Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwana sêyemîn ya alîkariyên mirovî gihande herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.
îro karwanê sêyem a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşte Efrînê û dê li ser zirarmendên erdheja Cindirêsê werin dabeşkirin.
Endamê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Bêwar Kerîm jî ev karwana sêyemîn ji 10 barhilgiran pêk tê û nivîn, betanî, sobe, şîr û pêwîstiyên zarokan anîne û dê li navçeya Cindirêsê û hin gundên din ên Efrînê bêne belavkirin.
Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê kir.
Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî ziyan dîtine û 2692 malbat bê cih û war mane.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh e ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Selamê re gihandin Efrînê.