Du keçên êzdî ji Kampa Holê hatin rizgarkirin

Roja Çarşemê 2yê Mijdara 2022yan du keçên êzdî ku li Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê girtî bûn, hatine rizgarkirin.

03.11.2022, Per - 05:31

Du keçên êzdî ji Kampa Holê hatin rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Du keçên kurdên êzdî ku xwişkên hev in û ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, ji Kampa Holê ya li Hesekê hatin rizgarkirin.

Navê yek ji wan xwişkên ku hatine rizgarkirin Aliye Xelef Xidir e, di sala 2012an de li gundê Solax a Şingalê ji dayîk bûye 10 salî ye, ya din jî Nîdal Xelef Xidir e, ew jî di sala 2009an de li gundê Solaxê ji dayik bûye û 13 salî ye.

Ew herdu xwişk roja 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x