Endamê yekitiya xwandevan û ciwanên demokrata Kurdistana rojava Dijwar Tofîq ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare 23.02.2017ê kongreya Cenêv-4 destpê bike û gotûbêj dê bên kirin di navbera şandeya rejîma Sûriyê û opozîsyonê de. Şandeya ENKSê wek nûnerê gelê Kurdistanê li Sûriyê dê di nav şandeya opozîsyonê de be.’’
Herwaha got: ‘’Nûnerê şandeya kurd dê Dr. Ebdul Hekîm Beşar be, li wê derê li ser penaber û mijara rastîhatina teror û qonaxa veguhestinê di navbera opozîsyon û rejîmê de wê bê kirin.’’
Navborî ragehand: ‘’ENKS beşek ji opozîsyona Sûriyê dibe, karê me ewe ku em daxwaza federasyonê bikin bo Kurdistana rojava û wek paketekê danûstandin dê bên birêvebirin.’’