Hevpeymaniya Navdewletî li ser êrişên Rojavayê Kurdistanê hişyarî da

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku ew her tim mafê xwe yê parastinê diparêzin.

07.10.2023, Cts - 08:52

Hevpeymaniya Navdewletî li ser êrişên Rojavayê Kurdistanê hişyarî da
Nuçe Belav bike

Dronên Tirkiyeyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gelek cih bombebaran kirin.

Piştî xistina droneke Tirkiyeyê ji aliyê F-16en Amerîkayê ve li pey hev daxuyanî hatin dayîn.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî li ser êrişên Tirkiyeyê yên bi dronan daxuyaniyek da.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di daxuyaniya xwe ya ku li ser Xyê belav kir de got:

“Ji doh ve, gelek êrişên esmanî li ser deverên nêzîkî hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê hatine kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em li dijî wan kiryaran in ku ewlehî û aramiya herêmê têk bide, ewlehiya hêz, sivîl û hevkarên me bixe metirsiyê û ji armanca me ya têkbirina DAIŞê dûr bixe.”

Di daxuyaniyê de herwiha hişyarî jî hat dayîn:

“Dema ku em rastî gefên ku hêzên me dixe metirsiyê, em her tim mafê xwe yê parastinê diparêzin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:18:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x