HSDê encama êrîşa li Qamişlo aşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa bi dron a roja 6ê Mijdarê ya li Qamişlo daxuyanî da û ragihand, di êrîşê de şervanekî wan canê xwe ji dest daye û 2 kesên sivîl ên pê re jî birîndar bûne.

08.11.2022, Sal - 12:45

HSDê encama êrîşa li Qamişlo aşkere kir
Nuçe Belav bike

Êvara Yekşembê 6ê Mijdara 2022an otomobîlek ji corê Jeepê li ser rêya Hîzama Başûr (Kembera Başûr) a Qamişlo û li nêzîk dibistana Seadetê teqiyabû. Wê demê zanyariyên cuda derbarê teqînê de hatibûn belavkirin û hin çavkaniyên xwecihî gotibûn, droneke Tirkiyê otomobîlek li bajarî Qamişloyê kiriye armanc, lê hin çavkaniyan jî dabûn xuyakirin ku teqîna otomobîlê ji ber bombeyekê bûye.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, êrîşa êvara Yekşembê 6ê Mijdarê ya li bajarê Qamişlo bi dronekê û ji aliyê Tirkiyê ve hatiye pêkanîn.

HSD dibêje, Tirkiye “navçeyên niştecîbûna sivîlan” li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc û ew êrîşên Tirkiyê şermezar kir.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin, di êrîşa ser Qamişlo de şervanê wan ê bi navê “Kemal Mihemed Elî Dûdû” û bi nasnavê “Mîtan Şoreş” canê xwe ji dest daye û 2 hevalên wî yên sivîl birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye û rewşa Sûriyê dişopîne, di heman şeva êrîşê de ragihandibû ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve û bi dronekê hatiye pêkanîn.

SOHRê gotibû, otomobîleke sivîlan ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye armanckirin û tê gotin birîndar hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:49:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x