HSDê li Dêrezorê 23 çekdarên DAIŞê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê,23 çekdarên DAIŞê û kesên ku di belavkirin û bazirganîkirina madeyên hişbir de kar dikin, girtin.

29.08.2022, Pts - 06:56

HSDê li Dêrezorê 23 çekdarên DAIŞê girtin
Nuçe Belav bike

HSDê ragihand ku, hêzên wê, li bajarokê Cinêne yê dikeve rojavayê Dêrezorê, operasyoneke ewlehî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya HSDê, armanca wê operasyonê ew e ku rêgiriyê li ber liv û tevgera çekdarên DAIŞê bikin, ku di dema dawî de çalak bûne û hejmarek ji êrîşan encam dane û aramî û seqamgîriya navçeyê têk dane.

Li gorî zanyariyên HSDê, di encama wê operasyonê de, hêzên HSDê 23 kes ji bazirganên madeyên hişbir girtine, di nav wan de hejmarek ji endamên DAIŞê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:46:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x