Ihman Ehmed: Em ji biryara Amerîka ne agahdar bûn

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ilham Ehmed ragihand, ew ji biryara vejişandina hêzên Amerîkî ne agahdar bûn.

20.12.2018, Per - 09:48

Ihman Ehmed: Em ji biryara Amerîka ne agahdar bûn
Nuçe Belav bike

lham Ehmed di hevpeyvîneyeke teleizyonî de da zanîn, ew ji biryara vejişandina hêzên Amerîkî ne agahdar bûn, lê wan gûman dikir ku Amerîka dê rojekê wê biryarê bide.

Got jî, hîn jî ew hûrgiliyên wê biryarê nizanin û dê kengî bê bicihkirin.

Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê got jî, Amerîka di bin fişara Tirkiyê de ew biryar standiye.

Ragihand jî, dema hêzên Amerîka ji Sûriyê derkeve, dê operasyona wan a li dijî DAIŞê jî rawest e û şervanên wan dê li ser sînorê bi Tirkiyê re bên bicihkirin û sînor biparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 845 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:57:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x